Serokê Hamasê li Tehranê soza serneketina Îsraîlê da Xamaney!

27 March 2024 20:02 0 dîtin
Serokê Hamasê li Tehranê soza serneketina Îsraîlê da Xamaney!

PeyamaKurd – Serokê Tevgera Hemasê Îsmaîl Heniye li Tehranê Rêberê Olî yê Îranê Elî Xemaney, Serokomar Îbrahîm Reîsî û Wezîrê Derve yê Îranê re hevdîtin pêk anîn.

Heniye di hevdîtina ligel Xameney de, soz da ku ew nahêlin Îsraîl li Xezzeyê bigihîje armancên xwe.

Herwiha Heniye di hevdîtina bi Reîsî re de jî pesnê êrîşa Tofana Eqsa ya 7ê Cotmeha borî da ku bi ser Îsraîlê de hatibû kirin û piraniya wan sivîl nêzî 1400 kesên Îsraîlî bi destê Hemasê hatibûn kuştin.

Heniye got, Tofana Eqsayê serkeftinên bêmînak ji bo gelê Filîstînê aniye.

Berpirsên Îranê di hevdîtinan de piştgiriyeke tam dane şanda Hemasê û piştevaniya xwe bo doza wan û Filîstînê nîşan dan.