DAISê berpirsiyariya teqînên Bexdayê girt ser xwe
PeyamaKurd – Rêxistina terorîst DAIŞê, bi daxuyaniyekê berpirsyariya teqînên Bexdayê girt ser xwe. Di encama wan teqînan de, 32 kesan can dan û zêdetirî 100 kes jî birîndar bûn.
Rêxistina terorîst DAIŞê bi daxuyaniyekê de diyar dike, çekdarên wan ên bi navê Ebû Yûsif Ensarî bi kembereke bombekirî, xwe li qada Teyeran teqandiye û teqîna duyem jî kesekî din ê bi navê Mihemed Arif El Muhacir li heman cihê teqîna yekem encam daye.
Piştî teqînên li Bexdayê, li ser asta navxwe û navdewletî karvedanên mezin hatin. Li Herêma Kurdistanê li asta payebilind, teqîn hatin şermezarkirin û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê deriyên nexweşxaneyan li ber birîndarên wê kiryara terorîstî vekirin.
Herwiha, şevê din Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî çend biryar derxistin û çend rayedar û fermandarên payebilind ên ewlehiyê, ji postên wan dûr xistin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin