DAISê kustina 3 gestiyarên Spanyolî ya li Afganistanê girt ser xwe

19 May 2024 22:16 0 dîtin
DAISê kustina 3 gestiyarên Spanyolî ya li Afganistanê girt ser xwe

PeyamaKurd – Rêxistina terorê DAIŞê, hêrişa li dijî geştiyarên Spanyolî ya ku duh li parêzgeha Bamiyan a navenda Afxanistanê pêk hat girt ser xwe.

Di vê hêrişa ku li dijî geştiyaran pêk hat de 3 geştiyarên Spanyolî û kesekî Afxan hatibûn kuştin, 3 kes jî birîndar bûbûn.

DAIŞê di daxuyaniyeke ku bi ser hesabê xwe yê Telegramê belav kir de ragihand ku çekdarên wê hêrişa li dijî geştiyarên Spanyolî pêk anîne.

DAIŞê di daxuyaniya xwe de her wiha gefa berdewamkirina hêrişên li dijî geştiyaran xwar. 

Wezareta Derve ya Spanyayê roja Îniyê ragihandibû ku di hêrişeke çekdarî ya li parezgeha Bamiyan a navenda Afxanistanê de 3 geştyarên Spanî hatine kuştin û herî kêm Spanyolîyek jî birîndar bûye.