Talîbanê kustina emîrê berê yê DAISê li Afganistanê ragihand
PeyamaKurd - Tevgera Talîban a deshiltdara Afganistanê nûçeya kuştina emîrê berê yê DAIŞê li Afganistanê Ebû Omer Xurasanî ragihand.
Medyaya Afgaanistanê li ser zarê berpirsên Tevgera Talîbanê ragihand, emîrê berê yê DAIŞê li Afganistanê Ebû Omer Xurasanî doh êvarê ji aliyê çekdarên Talîbanê ve hate kuştin.
Ebû Omer Xurasanî sala 2017an bûbû emîrê DAIŞê li Afganistanê û di meha Gulana 2020an de ji aliyê hêzên Amerîkî ve hatibû desteserkirin.
Meha borî rojnameya “Wall Street Journal” belav kiribû, piştî ku çekdarên Talîbanê Kabul kontrol kirin, Ebû Omer Xurasanî û 8 çekdarên din ên DAIŞê di zîndana Kabulê de kuştin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin