Der barê Saredariya Bajarê Mezin a Enqereyê de lêpirsîn hat destpêkirin
PeyamaKurd – Walîtiya Enqereyê der barê 33 konseran de ku ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Enqereyê ve hatine dayîn, destûra lêkolînê da.
Li dijî şaredariyê bi hinceta “zerara bo gel” lêpirsîn hat destpêkirin.
Di lêpirsînê de ku di navbera salên 2021-2024an de ji teref Şaredariya Bajarê Mezin a Enqereyê ve li ser hin çalakiyên çand û hunerê hat kirin, geşedaneke nû derket holê.
Şaredariya Bajarê Mezin a Enqereyê ragihand ku lêpirsîna 130 konseran temam bûye.
Şaredariya Enqereyê ragihand ku di encama lêkolînê de di 97 konseran de ti nelirêtî nehatiye dîtin û walîtiyê biryar daye ku ji bo 33 konseran bi hinceta ”zerara bo gel” destûra lêpirsînê bide.
Di daxuyaniya ku ji aliyê şaredariyê ve derbarê mijarê de hat dayîn hat gotin,
“Em dixwazin tekez bikin ku ev çalakî di kontrolên rûtîn ên Dadgeha Mihasebeyê û kontrolên ku ji aliyê Wezareta Karên Navxweyî ve hatine kirin, bi berfirehî hatine lêkolînkirin û ti encamên neyînî nehatine dîtin.”
Di daxuyaniyê de her weha hat ragihandin ku 9 xebatkarên şaredariyê yên der barê wan de biryar hat dayîn û di bin lêpirsînê de bûn dê serî li dadgeha îdarî tya herêmî bidin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin