Saredariya Bajarê Mezin a Wanê li ser 'Abdullah Zeydan' daxuyanî da
PeyamaKurd – Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê diyar kir ku îdiayên ku dibêjin Hevşaredar Abdullah Zeydan ji wezîfeyê hatiye dûrxistin û li şûna wî qeymeqam hatiye tayînkirin ne rast in û got, "Hevserokên me li ser peywirê ne û bi biryardarî û îradeya tevahî xebatên xwe didomînin."
Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê, der barê îdiayên ku li ser hin hesabên medyaya civakî hatin parvekirin ku dibêjin Hevşaredar Abdullah Zeydan ji wezîfeyê hatiye girtin û li şûna wî qeyûm hatiye tayînkirin, daxuyanî da. Daxuyaniya li ser hesabê medyaya civakî ya şaredariyê wiha ye:
"Divê gelê me bizane ku hevserokên me li ser peywirê ne. Li ser medyaya civakî agahiyên ku bi belgeyeke sexte ji aliyê hin trollan ve tên parvekirin û tê gotin hevşaredarê me yê Bajarê Mezin ê Wanê Abdullah Zeydan ji wezîfeyê hatiye dûrxistin û li şûna wî qeyûm hatiye tayînkirin, lê ev agahî ne rast in û belge sexte ne. Divê were zanîn ku mebest ji van postên bi vî rengî tevlihevkirina raya giştî ye û di helwêsta hembêzkirina îradeya ku li ser bingehê rast hatiye nîşandan de dudilî çêbike. Hevserokên me li ser erka xwe ne û bi îrade û baweriya tevahî xebatên xwe didomînin. Bi rêzdarî ji raya giştî re tê ragihandin."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin