Ji Ekrem Îmamoglu daxuyaniya HDPê û Demirtas
PeyamaKurd – Namzedê Şaredariya Bajarê Mezin ê Stenbolê yê CHPyî Ekrem Îmamoglu daxuyaniyên Selahattin Demirtaş ku di wan de piştgiriya wî dike nirxandin.
Îmamoglu pêvajoya darizandinê bibîrxist û wiha got, “Min daxuyaniyên birêz Demirtaş xwendin, naveroka wan gelek xweş e. Ew behsa biratiyê, aştiyê û seqamgeriyê dike. Piştgiriya wî jî xweş e. Ji bo kî piştgiriyê dide? Jibo HDPyiyan.”
Mijara bingehîn çi ye hûn dizanin? Ji hilbijêrên HDPyî re gotin ‘terorîst’, hûn qet li ser vê yekê fikirîn gelo? Ji alîgirên Pariya Saadetê re gotin xayîn, ji kesên ku piştgiriya Tifaqa Millet dikin re gotin ‘zillet’. Qey HDPyî terorîst in? Terorîst in gelo?
“Birêz Demirtaş di hundir de ye. Gelo sûcê heye? Bi qasî dizanim na û doza wî berdewam dike û hêj biryar derneketiye. Dema hûn derheqê kesekî ku hêj doza dewam dike nirxandinan bixwazin, ev ne karê min e, ew karê dad e. Bînin bîra xwe li vî welatî ji sererkanî re gotin terorîst û ew kirin girtîgehê. Ez beşdarî danişînên wî bûm.”
Îmamoglu wiha dewam kir: “Ez li ber daxuyaniyên birêz Yildirim dikevim. Çi dibêje Yildirim. Ji alîgirên Partiya IYIyê û netewperestên gilî û gazincan dike. Gilî û gazincan ji kî dike. Ji HDPyiyan. HDPyî kî ne? Qey HDPyî terorîsr in. HDPyî hembajariyên min in; dostên min, birayên min in; welatiyên me ne kurd!.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin