Ji Davutoglu daxuyaniya Demirtas û HDPê: Rast nabînim…
PeyamaKurd – Serokwezîrê berê yê ji Ak Partiyê û Serokê Giştî yê yê Partiya Gelecek (Dahatû) Ahmet Davutoglu, derbarê têkiliya bi HDPê re û girtina Demirtaş de daxuyanî dan.
Davutoglu ji bo HDPê got, heger bi awayekî zelal xetekê deyne navbera xwe û terorê ew dê bi wan re jî hevdîtinan bike ku bi rayên gel hatine hilbijartin.
Wî herwiha da zanîn ku dema avahiya partiya wan a navendî bicih bû, ew dê civanê bide di serî de AKP û hemû partiyên din ên siyasî ji bo hevdîtinê.
Li ser bi awayê girtî dadgehkirina Selahattîn Demirtaş jî Davutoglu got, her kî dibe bila bibe ew rast nabîne ku bi awayekî girtî werin dadgehkirin û wiha pê de çû:
“Niha dema li meseleya Demirtaş dinêrim, proseyeke ku hukmê dawî nehatiye dayîn heye. Û li gorî mijara dadgehkirina ne girtî ku nêrîna min e, ew rastî mameleyeke ez rast nabînim hatiye. Herwiha biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê jî heye.”
Hêjayî bibîrxistinê ye, Demirtaş di parastinên xwe yên dadgehê de tevî deshilatdariya AKPê rexne û tawanbariyên tund ji ber kiryarên heyama serokwezîrtiyê li Ahmet Davutoglu kiribûn, bi taybet dema şerê xendekan û şewitandina mirovan di bodruman de.
Herwiha partiya Davutoglu jî bersiv dabû û ji bo Demirtaş gotinên wekî; afirandina lîderekî sexte ku têkiliya wî bi terorê re heye nîşan dabû.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin