HDPê pîrozbahî li Ekrem Îmamoglu kir

18 April 2019 09:31 0 dîtin
HDPê pîrozbahî li Ekrem Îmamoglu kir

PeyamaKurd – Piştî ku Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglu mazbataya xwe wergirt, HDPê pîrozbahî lê kir. HDPê “Em, Ekrem Îmamogluyê ku bû Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê pîroz dikin. Em dê taliya talî di têkoşîna xwe ya maf û demokrasiyê bi ser bikevin.”

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) piştî ku nazmedê Partiya Komariay Gel (CHP) Ekrem Îmamoglu mazbataya xwe wergirt û bi fermî bû şaredarê Stenbolê peyameke pîrozbahiyê belav kir.

HDP ev peyam da: “Bêdadiya 17 rojan a AKPê ku hewil dida vîna gel xesb bike, bi qismî bi dawî bû. Stenbol giha ya xwe. Em pîrozbahiyê li Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglu dikin. Em dê taliya talî, di têkoşîna xwe ya maf û demokrasiyê bi ser bikevin.”

Hevseroka HDPê Pervin Buldan jî ev peyam da, “Ez ji Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglu re serkeftinê dixwazim. Li Stenbolê tê ku bibe destebirakê Şaredariya Qersê. Lewra me jî cara ewil Şaredariya Qersê wergirt.”

Ji aliyê din ve parlementera HDPê ya Stenbolê Filiz Kerestecioglu jî derbarê Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglu de peyamek weşand. Kerestecioglu, “Stenbola xweşewîst, hêvîdar im piştî ewqas salan ya ku tu heq dikî bijî.”