Ehmed: Yên gule berdane wê derkevin pês dadgehê û cezayê xwe wergirin
PeyamaKurd – Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed, serdana 2 polîsên birîndar ên li Şeqlawe kir û da zanîn, yên ku gule berdane, wê derkevin pêş dadgehê û cezayê xwe wergirin.
Wezîrê Navxwe Rêber Ehmed, serdana nexwaşxaneya Şeqlawa ya polîsên birîndar lê ne kir û daxuyaniyek ji çapemeniyê re da û got, serdana polîsan kiriye ku ji nêzîk ve rewşa wan bipirse û hêviya çareseriyê ji wan re xwestiye.
Herwaha eşkere kir, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, gelek giringî daye vê dosyayê û gotiye çi pêwîst be ji bo çareseriya wan polîsên birîndar bila bê kirin û bê bicîhanîn.
Wezîrê Navxwe destnîşan kir, ew çekdarên ku gule berdane û hîn nehatine girtin, pêwîst e bixwe xwe radestî polîsan bikin, ji ber wê di dawiyê her bên girtinê.
Rêber Ehmed da zanîn, wê dûvçûna yasayî ji bo vî tawanî bê kirin û cezayê herî tund dê ji tewanbaran re bê dayîn û got, divê bê zanîn ew ê ku êrîş dike ser polîsan, di dema li ser kar de tawanê herî mezin kiriye.
Rêber Ehmed daxwaz ji rû spî û kesayetên maqûl ên deverê jî kir, piştevaniyê ji wan kesên ku gule berdane re nekin, ji ber derveyî çûna pêş dadgehê ti rêyeke din li pêş wan tine.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin