Rêber Ehmed: Me civîneke girîng ligel Yasar Guler pêk anî
PeyamaKurd - Wezîrê Navxwe ya Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed, piştî civîna îro 7ê Sibatê ya ligel Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi Wezîrê Berevaniya Tirkiyeyê Yaşar Guler re, ji rojnamevanan re axivî.
Rêber Ehmed diyar kir: “Me civîneke girîng ligel Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyeyê Yaşar Guler pêk anî. Me behsa pêwendiyên dualî yên di navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyeyê de kirin.”
Wezîrê Navxwe yê Kurdistanê got: “Me daxwaz kir gefên li ser Herêma Kurdistanê bên kêmkirin û aramî li sînoran bê vegerandin. Nabe Herêma Kurdistanê wek cihê yekalîkirina pirsgirêkên derve bê bikaranîn.”
Herwiha Rêber Ehmed da zanîn, di serdana xwe ya bo Bexdayê de, Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê Yaşar Guler behsa hevahengî û pêwendiyên di navbera Iraq û Tirkiyeyê de kir ji bo aramî li sînoran hebe.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin