Pasdarên Îranê gule berdan 15 kolberên Kurd û 5 kolber giran birîndar bûn

04 November 2023 20:38 0 dîtin
Pasdarên Îranê gule berdan 15 kolberên Kurd û 5 kolber giran birîndar bûn

PeyamaKurd – Hêzên sînor yên Îranê yên li binkeya Besam a Seqizê yên pasdaran ku dikeve rojhalatê Kurdistanê, êrîşên çekdarî birin ser 15 kolberên Kurd. Ji kolberan 5 kolber bi giranî birîndar bûn. Birîndaran birin nexweşxanê ji bo dermankirinê û 10 kolberên din şandin dadgehê.

Nasnama 5 birîndaran Siyamek Sohrabî, Hîwa, Xalid, Ebdulah û Keywan in. Li gor ragihandina malpera nûçeyan ya mafên mirovan Hengawê; bûyer di 2 yê Mijdarê de qewimiye.

Heya niha piştî birina dadgehê kes ti agahî ji 10 kolberan negirtiye.