Pasdarên Îranê 7 kolberên Kurd birîndar kirin
PeyamaKurd – Hêzên Îranê yên pasdar li ser sînorê navbera Rojhilat û Başûrê Kurdistanê li ser sînorê bajarê Pawê bi gulereşandinê 7 kolberên Kurd birîndar kirin.
Kolberên Kurd yên bi navên Parsa Zulfeqarî, Hadî Mensûrî û Burhan Rehîmî, sê Kolberên xelkê bajarê Rewanserê; Ekber Raznehan, Dilawer Feramerzî, Ekber Feramerzî û Erkan ê ku paşnavê wî diyar nebû û ji xelkê Tînê ne û Tînê bi ser bajarê Pawe ye, ji terefê pasdarên Îranê de hatin birîndarkirin.
Li gor ragihandina malpera Hengawê ya mafên mirovan; bûyer di 11ê mehê de bûye. Birîndaran birine nexweşxana Pawê ji bo dermankirinê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin