Pasdarên Îranê 3 kolberên Kurd birîndar kirin
PeyamaKurd – Pasdarên Îranê li devera Newsûd ya Kirmaşanê êrîşî 3 kolberên Kurd kirin û di encamê de ew birîndar kirin.
Li gor malpera mafên mirova ya Hengawê diyar kiriye, do danê sibê li devera sînorî ya Newsûd li parêzgeha Kirmaşanê, pasdarên Îranê komek kolber dan ber guleyan û di wê êrîşê de 3 kolber birîndar kirin.
Hat zanîn kolberên ku birîndar bûne ev in: Hebîb Mihemed xelkê bajarokê Riwanser, Emîn Weysî û Namdar Ehmedî xelkê bajarokê Ciwanro.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin