Pasdarên Îranê 2 kolberên Kurd birîndar kir

20 June 2023 20:16 0 dîtin
Pasdarên Îranê 2 kolberên Kurd birîndar kir

PeyamaKurd – Li sînorê bajarê Bane yê Rojhilatê Kurdistanê, pasdarên Îranê gule bi ser komek kolberên Kurd de reşand û 2 kolber birîndar bûn.

Hat ragihandin ku doh 19ê Hezîranê piştî nîvro li navçeya Hengejal a qezaya Baneyê, hêzên pasevanên sînor ên Îranê gule berdan hejmarek kolberên Kurd û di encamê de 2 kolber birîndar bûn.

Li gorî zanyariyan, navê kolberekî hatiye birîndarkirin Îdrîs Emînî ye û nasnameya kolberê din jî nehatiye zanîn ku herdu kolberên birîndar ji bo Nexweşxaneya Selaheddîn Eyûbî ya bajarê Baneyê hatine veguhestin.

Li gorî amarên salekê 34 kolber li sê parêzgehên Kirmaşan, Sine û Urmiyê heta niha hatine kuştin û 195 kolber jî birîndar bûne.