Pasdarên Îranê 4 kolberên Kurd birîndar kirin
PeyamaKurd – Pasdarên Îranê li bajarê Merîwan ê Rojhilatê Kurdistanê 4 kolberên Kurd birîndar kirin.
Li gor malpera mafên mirova ya Hengaw diyar kiriye, do li devera sînorî ya Dolebî li nêzîkî bajarê Merîwanê pasdarên Îranê komek kolberên Kurd dan ber guleyan.
Hat ragihandin, di wê gulebaranê de 4 kolber birîndar bûn û yek jî hat girtin.
Herwiha tevahiya wan kolberan xelkê gundê Serdoş yê Merîwanê ne û navê wan jî wiha ye:
Eyûb Pîrozî, Ebûbekir Fetahî, Dana Pîrozî, Elî Pîrozî.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin