Hêzên pasevanên sînor ên Îranê gule berdan kolberekî Kurd
PeyamaKurd – Hêzên pasevanên sînor ên Îranê gule berdan kolberekî Kurd ê xelkê Rojhilatê Kurdistanê û di encam de ew kolber bi dijwarî birîndar bû.
Li gor zanyariyan, êvara do Pêncşemê 18ê Gulanê di saet 18:30an de hêzên pasevanên sînor ên Komara Îslamiya Îranê teqe li kolberekî Kurd kirin.
Di encama guleberdana hêzên Îranê de, guleyek li singê wî welatiyê Kurd ketiye û bi giranî birîndar bûye.
Kolberê ku teqe lê hatiye kirin, navê wî Farûq Ezîzî û 42 salî ye û xelkê bajarê Pîranşarê yê Rojhilatê Kurdistanê ye.
Hatiye ragihandin, hêzên Îranê li ser sînorê navbera Herêma Kurdistanê û Îranê, li cihekî bi navê Mêrgedirêj gule berdane wî kolberî û ew birîndar kirine.
Hat zanîn, kolberê birîndar bi ambulansa nexweşxaneya Hacî Omeranê rakirine Nexweşxaneya Çomanê, lê piştî dermankirina destpêkê, ji ber giraniya birînên wî, ew bo Nexweşxaneya Aştî ya Soranê hatiye veguhestin.
Rêvebirê Tendirustiya Çomanê Ehmed Hesen diyar kiriye, “kesekî birîndar gihandin Nexweşxaneya Çomanê, gelek xwîn ji bedena wî çûbû, lewra rewşa tendirustiya wî ne baş e.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin