Di mîdîbusa ku wergeriya tê de 25 kes birîndar bûn

17 December 2023 00:15 0 dîtin
Di mîdîbusa ku wergeriya tê de 25 kes birîndar bûn

PeyamaKurd – Li bajarê Anedolê li Afyonê mîdîbusa ku karkeran hildigirt wergeriya û tê de 25 kes birîndar bûn.

Li ser rûdanê polîs, cendirme, îytfaiye û tîmên tenduristiyê gihîştin ciyê bûyerê û birîndaran birin nexweşxanên cuda yên bajarê Afyonkarahisarê.

Rewşa birîndaran ji aliyê jiyanê de başe û talûka jiyana wan tine.