Li Taylandê di otobusa wergeriya de 18 kes mirin
PeyamaKurd – Li Taylandê li herêma Prachinburiyê di otobusekî ku wergeriya de 18 kes jiyana xwe ji dest dan û 31 kes birîndar bûn. Di dema otobus di serejêrê de diçû, frêna otobusê teqiya û ji ber teqîna frênê otobus wergeriya.
Kesên di otobusê de bûn jimara wan 49 bû û diçûn gera kar. Ji bo rizgarkirina rêwiyan û rakirina cenazeyan û hem birîndaran, polîs, tîmên tenduristiyê û tîmên rizgrakirinê çûn ciyê bûyerê.
Berya otobus wergere, ajotvan desthilata xwe wenda dike. Ciyê qeza lê çêbûye, li Çiyayê Xao Tone ye û di derbejêra çiya de, gelek caran qeza çêdibin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin