Otobus di helan de gêr bû: 18 mirî û 23 birîndar hene

05 August 2023 00:26 0 dîtin
Otobus di helan de gêr bû: 18 mirî û 23 birîndar hene

PeyamaKurd – Li Meksîkayê li bajarê Tijuana otobusa ku 42 rêwî tê de bûn ji 40 metreyî gêr bû jêr û di encamê de 18 kes mirin û 23 kes birîndar bûn.

Hat ragihandin ku piraniya rêwiyan ew kesin ku  dixwestin bi koçberî herin Amerîkayê û ji xelkê Hindistan, Komara Dominik û welatên Afrîkane.

Li gor ragihandina polîs; qeza ji ber ku ajotvanê otobusê razaye çêbûye, ajotvan birîndar filitiye û wî xistine binçav.