Otobusa Agiriyê qeza kir: Herî kêm 9 mirî, 26 birîndar hene!
PeyamaKurd – Li gor agahiyên ewil li navçeya Polatliya Enqereyê otobusa rêwiyan li quntara pirê qelibî 9 kes mirin û 26 kes jî birîndar bûn.
Li gor agahiyên ku hatine wergirtin otobusa rêwiyan a bi plaqeya 04 AAV 951 a fîrmaya Öz Ağrı Seç Turizm ku ji Îzmîrê ber bi Agiriyê ve bi rê ket û nasnameya şofêrê wê hêj nehate tespîtkirin. Serê sibê li nêzî gundê Olukpınar ji rê derket û li quntarên pirê qelibî.
Li ser hişyariyê îtfaiye hatin cihê bûyerê û kesên di otobusê de asê mabûn xelas kirin. Birîndar bi ambûlansan rakirin nexweşxaneyên derdorê.
Rêya ku qeza lê pêk hat ji trafîkê re hat girtin.
Herî kêm 9 mirî, 26 birîndar
Parêzgarê Enqereyê Vasip Şahîn diyar kir ku li gor tesbîtên ewil di qezayê de 9 kes mirin û 26 kes jî birîndar bûn.
Şahîn di daxuyaniya xwe ya ji bo qenaleke televîzyonê de wiha got: "Ti şopên frenê tune ne, hevkarên teknîkî li gorî nirxandinên ewil ev nirxandin kirin û gotin dibe ku ev yek encama xewê be. Sedema teqez wê di saetên pêş de eşkere bibe. Hat zanîn ku di nav rêwiyên mirî de şofêrê otobusê jî heye."
"Otobus bi lez bû"
Murat Turkogluyê ajokarê wesayîta ku di dema qezayê de li pişt otobusê diajot, diyar kir ku ew diçûn Polatliyê û wiha got: "Em bi hev re ji Temellî derketin, herwiha em çûn û hatin. Otobus hinekî bi lez bû. 3-4 kîlometro beriya vê derê dest bi lerzê kir, paşê li pirê ket. Perçeyên ku ji otobusê difiriyan li wesayîta me ketin."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin