Otobusa kesên ji herêma erdhejê vedigeriyan qeza kir: 3 mirî, 19 birîndar

06 April 2023 12:33 0 dîtin
Otobusa kesên ji herêma erdhejê vedigeriyan qeza kir: 3 mirî, 19 birîndar

PeyamaKurd – Li navçeya Pınarbaşi ya Qeyseriyê otobusa rêwiyan a ku kesên ji herêma erdhejê vedigeriyan wergeriya, di encama qezaya ku pêk hat de 3 kes jiyana xwe ji dest dan û 19 kes jî birîndar bûn.

B.K. Otobusa rêwiyan a fermî ya Şaredariya Bagcilara Stenbolê ya di bin rêveberiya Stenbolê de ye, li 48emîn kîlometreya rêya Gurun-Pinarbaşi ji kontrolê derket.

Li ser agahiyê gelek ambûlans, îtfaiye û ekîbên polêsan sewqî herêmê kirin. Di qezayê de Atakan Sırbudak (48), Hayri Ay (48) û Hilmi Eymen Guhdar (10) mirin û 19 kes jî birîndar bûn. Birîndar bi ambûlansan rakirin nexweşxaneyên li Qeyserî, Pinarbaşi û Sarizê.

Hate hînbûn ku kesên di otobusê de hevjîn û 2 zarokên xebatkar û xebatkarên Şaredariya Bagcilarê ne ku ji peywira xwe ya li Meletiya herêma erdhejê vegeriyan.

Li aliyê din derbarê qezayê de ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Pinarbaşiyê ve lêpirsîn hat destpêkirin û 2 dozger hatin wezîfedarkirin. (Çavkanî: AA)