Îranê, alîkarî sand herêma erdhejê
PeyamaKurd- Serokê Rêxistina Alîkarî û Rizgarkirinê ya Heyva Sor a Îranê Babek Mehmûdî ragihand ku wan 10 tîmên rizgarkirinê û alavên curbicur şandine herêma erdhejê ya Afxanîstanê.
Babek Mehmûdî ragihand ku di pakêta alîkariyê de ambûlans, kamyonek, 500 kon, 1000 nivîn, 4 hezar betanî, pêdiviyên metbexê û xwarinê hene.
Ji bo alîkariyê, banga lezgîn hat kirin
Parêzgarê Heratê yê Afxanîstanê Nur Ehmed Îslamcar jî ji bo mexdûrên erdhejê banga alîkariya lezgîn li civaka navneteweyî kir û diyar kir ku pêwîstiya wan a lezgîn bi derman û alîkariyên xwarinê heye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin