Herêma Kurdistanê 50 ton derman û alîkariyên tenduristiyê sand herêma erdhejê
PeyamaKurd – Alîkariyên Herêma Kurdistanê Kurdistanê bo herêmên erdhejê yên li Bakurê Kurdistanê dewam dike û 8 TIRên din ên alîkariyên tenduristî jî bi rê ketin.
Di merasîma şandina alîkariyan a li Parka Şanedar a Hewlêrê de, Wezîrê Tendirustiyê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Dr. Saman Berzincî, Konsûlê Tirkiye yê Hewlêrê Mevlut Yakut, Parêzgarê Hewlêrê Umêd Xoşnaw û Serokê Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî Mûsa Ehmed beşdarî kirin.
Wezîrê Tendirustiyê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Dr. Saman Berzincî ragihand ku di çarçoveya hevkariyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê bo ziyandîtiyên erdhejê de, 50 ton derman û pêdiviyên din ên bijîşkî ji bo mexdûrên erdhejê têne şandin.
Dr. Berzincî got, tîmeke tenduristiyê ya Wezareta Tenduristiyê dê ligel wê karwanê derbasî bajarê Edeneyê bibe û alîkarî bên radest kirin.
Wezîrê Tendirustiyê da zanîn, ji bo şandina alîkariyan bo Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, ew bi berdewamî ligel Konsulê Giştî yê Tirkiyê li Hewlêrê di pêwendiyê de ne.
Dr. Berzincî, spasiya Fermangeha Pêwendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir ku rola wê di gihandina alîkariyên bijîşkî bo ziyandîtiyên erdhejê li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê de hebûye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin