Tîmên tenduristiyê yên Herêma Kurdistanê ji 3 hezarî zêdetir nexwesan derman kir

14 February 2023 22:41 0 dîtin
Tîmên tenduristiyê yên Herêma Kurdistanê ji 3 hezarî zêdetir nexwesan derman kir

PeyamaKurd – Piştî erdheja ku navenda wê Maraş bû û hê jî rakirina anqaz û rizgarkirina kesên bin enqazan dewam dikin, li ser daxwaza Tirkiyê hukumeta Herêma Kurdistanê tîmên xwe yên rizgarkirinê, lêgerînê, yên tenduristiyê û belavkirina alîkariya mirovî şandin herêma erdhejê. Tîmên herêma Kurdistanê ji dil û can xebata xwe dewam dikin.

Serokê xizmeta lezgîn ya 112 ê ya Duhokê Heysem Ebdî ragihand ku tîmên tendursitiyê yên Herêma Kurdistanê heya niha di ser 3 hezar kesî de derman kirine û ji wan 70 kesan şandine nexweşxanan.

Serokê tîmên Duhokê yên 112 ê Ebdî weha got:

“Hukumeta herêma Kurdistanê bi tîmên tenduristiyê re 20 ambûlans şand Tirkiyê, heya niha 3000 zêdetir nexweşan derman kir û hinekan jî birin nexweşxanan. Me heya niha cenazên 50 kesan ji bin enqazan derxist. Piştî erdhejê nema mirov karibin dagerin malên xwe. Di konan de dijîn. Hawa zêde sare û gelek kes pêdiviya wan bi tedawiyê heye. Tîmên me bi şev û bi roj xizmeta xwe dewam dikin.”