Li Iraq û Herêma Kurdistanê gelek kargehên dermanan dê bên avakirin
PeyamaKurd – Wezîrê Tendirustiya Iraqê Dr. Salih Hesnewî got, li Iraq û Herêma Kurdistanê gelek kargehên dermanan dê bên avakirin.
Dr. Salih Hesnewî di daxuyaniya xwe ya ji bo Ajansa Nûçeyan a Iraqê de diyar kiriye ku hikûmet di gelek xalan de ji bo pîşesaziya dermanan rehetiyê dide û wiha gotiye: “Dermanên xwemalî jî mîna yên biyanî di gelek ceribandin û kontrolê re derbas dibin û kalîteya wan li ber çavan tê girtin.”
Hesnewî amaje bi wê yekê jî kiriye ku niha li Iraqê 31 kargehên dermanan hene û got, “Li Kerbela, Necef, Besra, Dîwaniye, Selahedîn, Enbar û Herêma Kurdistanê avakirina 20 kargehan berdewam e.”
Wezîrê Tenduristiyê Hesnewî bal kêşaye ser wê yekê ku bi şert û mercên Wezareta Tenduristiyê re destûr ji bo gelek veberhêneran hatiye dayîn ku kargehên dermanan ava bikin û xwe wiha derbiriye: “Hêvîdar im ku em di salên pêş de asta xwe ya dermanên xwemalî bigihênin asta % 90î ku hewcedariya me pê heye.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin