Îmarat: Me 202 firoke alîkarî sandin herêmên erdhejê

07 March 2023 15:00 0 dîtin
Îmarat: Me 202 firoke alîkarî sandin herêmên erdhejê

PeyamaKurd- Rayedarên leşkeri yên Îmaratê, bi rêya daxuyaniyekê ragihand ku wan ji bo mexdûrên erhejên ku navenda wê Mereşa bakur bû, 202 firoke alîkarî şandine Tirkiye û Suriyeyê.

Wezareta Berevaniya Îmaratê, di ser hesabê fermî yê medyaya civakî re daxuyaniyek parve kir û bi rêya daxuyaniyê hat diyarkirin ku alîkariyên mirovî yên ji bo mexdûrên erdhejê yên li Tirkiye û Suriyeyê berdewam dikin.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku bi 202 balafirên kargoyê, bi tevahî 5 hezar û 715 ton alîkarî ji Tirkiye û Suriyeyê re hatiye şandin û hat destnîşankirin ku heta niha 3 hezar û 500 kesan, li nexweşxaneya meydanî xizmeta tenduristiyê wergirtine.

Ajansa fermî ya welêt WAMê, roja 2yê Adarê ragihandibû ku bi giştî 4413 ton kel û pelên xurek û pizîşkî, bi 134 firokeyên kargoyê radestî Suriyeyê hatine kirin.