Wî welatî, car din alîkarî sandin herêmên erdhejê

15 February 2023 15:31 0 dîtin
Wî welatî, car din alîkarî sandin herêmên erdhejê

PeyamaKurd- Ji aliyê Ofîsa Alîkariya Mirovî ya Amerîkayê (USAID) ve hat ragihandin ku ew alîkariyên xwe yên ji bo herêmên erdhejê yên li herêmên bakur, Tirkiye, Suriye û Rojava berdewam dikin. Li gorî agahiyên hatin ragihandin, Amerîkayê, car din alîkariya mirovî şandiye Mereşê.

Li gorî daxuyaniya USAIDê, 18 ton alîkariyên mirovî yên ku di nav wan de kon û alavên paqijiyê jî hene, gihîştiye Mereşê.

Ji aliyê din ve Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Antony Blinken diyar kir ku alîkarî dê berdewam bin û her wiha tîma USAID ku beşdarî xebatên lêgerîn û rizgarkirinê yên li herêma ku ji ber erdhejê zirar dîtiye, zêde dibe. Blinken di daxuyaniya xwe de got, “ Piştî erdhejê, em alîkariyên xwe zêde dikin. Tîmên me yên lêgerîn û xilaskirinê li Semsûrê zêdetirî 5 hezar û 500 avahî kontrol kirin.”