Rêxistinên Amerîkayê, ji herêmên erdhejê re alîkarî berhev kirin
PeyamaKurd- Rêxistina sivîl a bi navê Global Empowerment Mission a li Floridaya Amerîkayê, ji bo mexdûrên erdhejên ku li Mereşê bûn û bandora xwe li 10 bajarên bakur kirin, 10 milyon dolar alîkariyê berhev kir.
Li gorî agahiyên hatin ragihandin, di kampanyaya alîkariyê ya ku ji aliyê saziya sivîl a Miami ve ji bo mexdûrên erdhejê yên li Tirkiyeyê hat destpêkirin de alavên tibî, madeyên xwarinê û alavên bi vî rengî hatin berhevkirin.
Hat diyarkirin ku bi rêya rêhewayên Tirkiyeyê bi qasî 10 milyon dolarî pakêtên alîkariyê hatin şandin.
Endamê Lijneya Şêwirmendiyê Karsaz Mubeşir Kazi, di daxuyaniya xwe ya ku da de destnîşan kir ew bi rayedarên Tirkiyeyê yên li Amerîkayê re di nav têkiliyê de ne û ew ê di demeke herî nêz de ji bo mexdûrên erdhejê yên li Tirkiyeyê bên şandin.
Karsazê Pakistanî Kazi diyar kir ku hin alîkariyên bi kordînasyona Balyozxaneya Tirk a li Washingtonê, ji Tirkiyeyê re hatiye şandin û armanca wan ew e ku di nav 5-10 rojan de hemû alîkariyê bigihînin Tirkiyeyê.
Kazi diyar kir ku li hember dîmenên erdheja ku li Tirkiyeyê rû da, xemgîniyeke mezin dîtiye û wiha dewam kir:
"Tirkiye welatek e ku hezkirin û dilovaniyeke mezin jê re heye. Ev ji bo min ne tiştekî hêsan e. Ez bi gotinan nikarim bibêjim ka çawa ez niha hest dikim. Ev alîkariya gelê Amerîkayê û xêrxwazên Amerîkayê yên ji bo gelê Tirkiyeyê ye."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin