Amerîkayê, 2 tîmên rizgariyê sandin herêmên erdhejê
PeyamaKurd- Seroka Ajansa Geşepêdanên Navneteweyî ya Amerîkayê (USAID) Samantha Power, bi rêya daxuyaniyeke nivîskî da zanîn ku Amerîkayê ji bo alîkariya kesên ku di erdheja ku li bajarên bakurê Kurdistanê çêbû û kesên k udi bin xirban de mane, 2 tîmên cuda yên hawarçûnê erkdar kirine.
Samantha Power di daxuyaniyê de got, "Bi agahiya erdheja ku vê sibehê li Tirkiye û Suriyeyê rû da, ez gelek xemgîn bûm . Ev erdheja herî mezin a nêzî sed salî ya li herêmê bû. Jixwe bi hezaran kes mirin , ji hezaran zêdetir kes di bin xirban de ne.
Tîmek bersivdayîna karesatan ku dê bi hemahengiyek nêzîk bi rayedarên Tirkiyê û her wiha hevkar û ajansên li ser erdê re bixebite, ji bo destpêkirina hewildanên alîkariyê li devera erdhejê hat destnîşankirin û ji bo peywirê hat amadekirin."
Power diyar kir ku Tîma Lêgerîn û Rizgarkirina Bajêr ku ji beşên agirkuj ên Fairfax, Virginia û Los Angeles, California, hatine hilbijartin, di prosesa bicîhbûnê de ye.
Power tekez kir ku Amerîka pabend e bi pêşkêşkirina alîkariyên mirovî yên bilez û jiyanê ji bo herdu aliyên sînorê Tirkiye-Suriyê, di heman demê de ku tîma DART hîn jî hewil dide kesên di bin xirbeyan de mane rizgar bike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin