Ji Amerîkayê pêngava Rojhilata Navîn: 2 hezar lesker têne sandin…
PeyamaKurd – Di demeke ku şerê Îsraîlê û Hamasê dewam dike de, Amerîkayê ragihand ku ew ê du hezar leşkeran bişînin Rojhilata Navîn û dema mayîna keştiyên şer jî dirêj bikin.
Hate ragihandin ku Wezareta Berevaniya Amerîkayê LIyod Austin, ferman daye ku amadekarî ji bo şandina du hezar leşkerên Amerîkî bên kirin ji bo bersivdana aloziyên li Rojhelata Navîn.
Austin diyar kiriye ku dema mayîna keştiya balafirên şer a Geral Ford ku dema vekişîna wê nêzîk bûye were dirêjkirin.
Li gorî Rojnameya The Wall Street Journal ku bi zarê berpirsên Amerîkayê ragihandiye, dê du hezar leşkerên amerîkî ji bo piştevaniya Îsraîlê bên şandin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin