Amerîkayê ji Gulanê ve 14 hezar serbaz sandine Rojhilata Navîn

14 December 2019 14:42 0 dîtin
Amerîkayê ji Gulanê ve 14 hezar serbaz sandine Rojhilata Navîn

PeyamaKurd - Wezîrê Berevaniyê yê Amerîkayê Esper ragihand ku wan ji meha Gulanê ve, ji bo nîşandana pabendbûna bi hevpeyman û hevbeşên wî welatî ve, wan 14 hezar serbaz şandine Rojhilata Navîn.

Wezîrê Berevaniyê yê Amerîkayê Mark Esper, daxuyaniyek derbarê rewşa Rojhilata Navîn belav kir û got ku ev çend meh e, êriş û kiryarên Îranê li navçeyê zêde bûne û weke nimûne jî “êrişa li ser hejmareke armancan li nav Siûdiyê, çekxistina tevgera deryayî li Hurmizê, xistina balafireke bêpîlot a Amerîkayê, alîkariya komên weke Hûsî, Hizbûllah û grûpên mîlîşeyên Şîe li Iraqê.”

Esper got ku bo bersivdayîna wan êriş û kiryaran û herwiha ji bo nîşandana pabendbûna li gel hevpeyman û hevbeşên Amerîkayê, welatê wî ji meha Gulana îsal heta niha 14 hezar serbaz veguhastine Rojhilata Navîn.

Ev daxuyaniya Wezîrê Berevaniyê yê Amerîkayê di demekê de ye ku li gor dawîn amaran, Amerîkayê 13 hezar serbaz li Kuweyt, 13 hezar serbaz li Qeterê, 7 hezar serbaz li Behreyn, 5200 serbaz li Iraqê, 5 hezar serbaz li Îmaratê û 2800 serbaz jî li Urdinê hene.