Amerîkayê, 3 hezar lesker li Rojhilata Navîn bi cih kirin
PeyamaKurd- Di nûçeya rojnameya Şerq Elewsetê de hat diyarkirin ku rayedarên Amerîkayê ragihand ku wan ji bo piştevaniya hêzên xwe yên li Rojhilata Navîn, 3 hezar leşkerên xwe ligel cebilxaneyên cengî şandine herêmê.
Di nûçeyê de hat destnîşankirin ku Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê ragihand ku 3 hezar leşker, avjen û personelên leşkerî yên Amerîkî, bi mebesta piştevaniya hêzên Amerîkî yên li Kendav û Rojhilata Navîn, derbasî herêmê bûne.
Li gorî nûçeyê, wezaretê diyar kir ku 24 balafir û helîkopterên cengî jî di nav vê karwanê de hatine şandin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin