‘Pentagonê ji Koska Spî daxwaz kir ku 10 hezar lesker bisînin Rojhilata Navîn'
PeyamaKurd - Hat îdiakirin ku Pentagonê ji Koşka Spî daxwaz kiriye ku 10 hezar leşkerên din bişîne Rojhilata Navîn. Trump, “pêwist bike em dikarin zêdetir leşkeran bişînin.”
Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê (Pentagon) ji Koşka Spî daxwaz kir ku, pêşî 5 hezar û paşê jî 5 hezar bi tevahî 10 hezar leşkerên din bişîne Rojhilata Navîn. Amerîka ji bo êrişeke muhtemel a şieyan li Kendava Basrayê dixwaze amadekariyan bike û di vê çarçoveyê de sewqiyata leşkerî pêk bîne.
Îdiayeke din a ku dibêje Amerîka dixwaze leşkeran bişîne jî ji Reutersê hat. Li gorî îdiayên ku xwe dispêre Pentagonê, Amerîka dixwaze 10 hezar leşkeran bişîne Rojhilata Navîn.
Çend roj berê, nûçe derketibûn ku Amerîka dixwaze 100-120 hezar leşker bişîne Rohilata Navîn lê Serokê Amerîkayê Donald Trump ev îdia piştrast nekiribûn lê gotibû ku ‘pêwist bike em dikarin zêdetir leşkeran bişînin.” û ev îdia bi tundî red jî nekiribû.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin