WSJ: Wê Amerîka 14 hezar lesker bisîne Rojhilata Navîn?
PeyamaKurd- Rojanama Amerîkayê Wall Street Journal ragihand ku Pentagonê ji wan re gotiye: “Wê 14 hezar leşker bo Rojhilata Navîn bên şandin.”
Ev gotin wezareta bergiriyê ya Amerîkayê Pentagonê û Kongreya Amerîkî xist hemberê hev. Li gor rojnamê di mehên havînê de li dijî tehdîda Îranê, Amerîka 14 hezar leşker şandiye Rojhilata Navîn û 14 hezarê ku niha behsa wan têkirin, ji yên havînê cudaye.
Li ser mijarê, senatorê komarî yê eyaleta Missouriyê Josh Hawley, nûçeya rojnamê di ser hsabê xwe yê twitterê de belav kir û weha got:
“Piştî îsal 14 hezar leşker şand Rojhilata Navîn, sebebê ku 14 ê hezar îlawe leşker dixwaze, çiye? Ez dixwazim vêya di civîna Komîta Xizmeta Çekdarî ya Senatoyê de guhdarî bikim. Pentagon xwe bo şerê bejayiyê amade dike?
Berdevka Pentagonê mijarê gelek sist anî ziman lê wezîr Mark Esper got ku biryareka weha tine ye da leşker bişînin. Lê di axaftina berdevka Pentagonê de hat ragihandin ku li ser mijareka weha fikirîne û gelek cara hatiye rojeva Pentagonê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin