Lîbyayê, bi balafiran alîkarî sandin herêmên erdhejê
PeyamaKurd- Piştî erdhejên ku li Mereşa Bakurê Kurdistanê bi lerza 7,7 û 7,6an çêbûn û Mereş jî di nav de bandorên wêrankir li 10 bajarên bakur û bajarên Rojava û Suriyeyê kir, alîkariyên mirovî yên navnetewî, bê navber berdewam dikin.
Li gorî agahiyên hatin ragihandin, 2 balafirên alîkariyê ji Lîbyayê derbasî Tirkiye û Suriyê bûn da ku alîkariyan bigihînin mexdûrên erdhejê.
Berpirsê alîkariyên Lîbyayê Cibril Ştev li ser veguhestina alîkariyan got, "Me di van demên dawî de bi pêşkêşkirina van alavên yekem re balafira Lîbyayê şand. Li ser pira asîmanî me bi rêk û pêk firînên cur be cur pêk hanîn. Niha zêdetirî 70 alîkariyên pizîşkî û xebatkarên rizgariyê şandine.”
Tîmeke lêgerîn û xilaskirinê ya ku ji 55 kesên ji Lîbyayê pêk dihat, li herêma erdhejê ya li Tirkiyeyê û 4 kûçikên ku bi taybetî perwerde kiribûn, 27 kesan bi saxî ji bin kavilan derxistin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin