Îmarat: Me heta niha 91 balafir alîkarî ji bo ziyandîtiyên erdhejê sandine

18 February 2023 14:01 0 dîtin
Îmarat: Me heta niha 91 balafir alîkarî ji bo ziyandîtiyên erdhejê sandine

PeyamaKurd – Wezareta Berevaniyê ya Îmaratê ragihand, 91 balafir alîkarî ji bo ziyandîtiyên erdheja Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê û Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê şandine.

Wezareta Berevaniyê ya Îmaratê di daxuyaniyekê de diyar kir, heta niha 91 balafir alîkarî ji bo Tirkiye û Sûriyê şandine û bi giştî 2 hezar û 549 ton kelûpelên alîkariyên mirovî şandine her du welatan hatine kirin ku ji ber erdheja wêranker ziyan dîtine.

Serokê Îmaratê Mihemed Bin Zayid Al Nehyan di 6ê Sibatê de piştî ku erdhej qewimî, pêwendî bi Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan danî û xemgînî û piştevaniya xwe nîşan da.

Bi fermana Mihemed Bin Zayid Al Nehyan, di çarçoveya helmeta hevbeş de ku ji aliyê Hêzên Çekdar ên Îmaratê, Wezareta Navxwe, Wezareta Derve û Alîkariya Navdewletî û Saziya Xelîfe Bin Zayid Al Nehyan û Heyva Sor a Îmaratê, di heman rojê de destpê kir, tonek alîkariyên mirovî ji bo Tirkiyê hat şandin.

Serokê Îmaratê di daxuyaniya roja 7ê Sibatê ragihandibû, ji ber erdhejê bi qasî 50 milyon Dolar (nêzîkî 942 milyon Lîre) wek alîkarî şandine Tirkiyê.

Îmaratê herwiha ji bo xizmeta wan kesan ku ji ber erdhejê ziyan dîtine, nexweşxaneyeke mezin a gerok a 54 qaryole, li navçeya Îslahiye ya ser bi parêzgeha Dîlokê çêkir ku tê de çar beşên çavdêriya hûr hene.