Îmaratê, 217 balafir alîkarî sandin herdu welatan
PeyamaKurd- Ji ber erdheja 6ê Sibatê ya li Mereşa Bakurê Kurdistanê çêbû û li Suriye, rojava, bakur û Tirkiyeyê bû sedema wêraniyeke mezin, ji aliyê rayedarên Îmaratê ve hejmareke din a zede alîkarî ji bo herêmên erdhejê hat şandin.
Li gorî agahiyên ku bi daxuyaniyeke nivîskî hatin ragihandin, di derbarê operasyona "Yîgît Sûvarî 2 " ya ku bi fermana Îmaratê ji bo piştgiriyê bidin kesên ku ji ber erdheja li Tirkiye û Suriyeyê zirar dîtine de agahî hatin dayîn.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di vê çarçoveyê de bi 217 balafiran bi tevahî 7 hezar û 27 ton alîkariya mirovî ji Tirkiye û Suriyeyê re hatiye şandin.
Her wiha hat destnîşankirin ku li ser fermana Serokê Heyva Sor a Îmarata Erebî Şêx Hemdan Bin Zayid, keştiyeke ku 37 hezar û 500 pakêtên erzaqê tê de bûn, gihîşt bendera Laziqiyê ya Suriyeyê.
Hat ragihandin ku pakêtên erzaqê dê bi kordîneya Heyva Sor a Suriyeyê ji herêmên ku ji ber erdhejê zirar dîtine re bên şandin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin