Amerîkayê balafirên F-22 yên pêsketî sandin Îmaratê
PeyamaKurd – Amerîkayê balafirên F-22 ji bo piştevaniya Îmaratê li dijî milîsên Îranê bikin, şand Abû Dabiyê.
Hat ragihandin ku hejmarek balafirên pêşketî yên F-22 ji bo piştevaniya Îmaratê li dijî êrîşên Hûsiyên Yemenê yên girêdayî Îranê bikin, gihîştin bargeha ez-Zafra ya Abû Dabiyê.
Fermandarê Hêzên Asmanî yên Amerîkayê General Greg Guillot li ser şandina F-22yan bo Îmaratê got, hebûna wan balafiran wê nîşanî wan aliyên bêîstiqrariyê dikin bide ku Amerîka ji bo îstiqrar û aştiya herêmê di piştevanîkirina hevkarên xwe de bi israr e.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin