Amerîkayê, balafirên ser sandin Rojhilata Navîn!
PeyamaKurd- Li gorî daxuyaniya ku ji aliyê Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) ve hat dayîn, Amerîkayê bi hinceta “çalakiyên ne ewle” yên balafirên Rusyayê yên li herêmê, balafirên şer şandin Rojhilata Navîn.
Di daxuyaniya nivîskî ya CENTCOMê de hat gotin ku "Hêzên asîmanî yên Amerîkayê, di çarçoveya piştgirî û kapasîteya piralî ya Amerîkayê ya li hember zêdebûna reftarên ne ewledar û dijprofesyonel ên balafirên Rusyayê ya li herêmê, balafirên şer ên F-22 li herêma erkdariyê ya CENTCOMê hatin bicihkirin.”
Fermandarê CENTCOMê Orgeneral Michael Kurilla ku nêrînên wî di daxuyaniyê de cih digirin got ku
"Çalakiyên ne ewle û dijprofesyonel ên hêzên Rus, ne kiryarên ku ji hêzên asîmanî yên profesyonel tê hêvîkirin in. Binbêkirina daîmî ya Rusan a bergirên ewlehiyê yên herêmên firînê ku bi peymanan hatine pesendkirin, xetereya şaşwazîbûnê an jî hêrsbûyînê zêde dike.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin