Amerîkayê fîloyek F-35an sandin Rojhilata Navîn!

28 July 2023 10:29 0 dîtin
Amerîkayê fîloyek F-35an sandin Rojhilata Navîn!

PeyamaKurd – Di dema ku nêzîkbûna metirsîdar a navbera Rûsya û Amerîkayê li Sûriyê berdewam dike, baskê Amerîkayê gelek caran nerazîbûna xwe li hember kiryarên Moskowê tîne ziman.

Washingtonê ragihand, ji bo xurtkirina hêza hewayî ya Fermandariya Navendî ya Amerîkî li herêmê, Sûriye û Tengava Hurmuz jî di nav de, fîloya balafirên F-35 gihiştine Rojhilata Navîn.

Herî dawî hat ragihandin, dema balafira bêmirov a MQ-9 a Amerîkayê li esmanê Sûriyê difiriya, balafireke şer a Rûsî ya ji curê Su-35, balafira keşfê ya bêpîlot a Amerîkayê xera kiriye.

Sererkaniya Amerîkayê diyar kir, balafireke şer a Rûsyayê bi avêtina fîşekan li balafireke bêmirov a Amerîkayê ya ku li esmanê Sûriyeyê difiriya, çewisand û di wê bûyerê de lûleyê balafirê xisar dît.

"Amerîka fîloya F-35 şand Rojhilata Navîn"

Ji ber van geşedanan, piştî ku balafirên şer ên Rûsyayê çewsandinên xwe yên li ser balafirên Amerîkayê zêde kirin û sûcdarkirin di navbera her du aliyan de zêde bûn, Washingtonê biryarek nû girt.

Washingtonê ragihand, Sûriye û Tengava Hurmuzê jî di nav de, fîloya balafirên F-35 ji bo bihêzkirina hêza asmanî ya Hêzên Navendî yên Amerîkayê li herêmê gihîştiye Rojhilata Navîn.