Ji Amerîkayê hemleyeke nû bo F-35an: Projeyasa hat wesandin
PeyamaKurd – Di demeke ku krîza li beramberî kirîna sîstemên parastina esmanî yên rûsî S-400an betalkirina dayîna balafirên F-35an bo Tirkiyê bi gefa dorpêçên Amerîkayê kûr dibe de, komîteya Meclîsa Nûneran a Amerîkayê pêşnûmeya projeyasaya astengkirina dayîna F-35an belav kir.
Hat ragihandin ku komîteyê şevê din pêşnûmeya ku hatiye amadekirin û tê de astengkirina şandina F-35an bo Tirkiyê tê xwestin ji raya giştî re belav kir.
Komîte di pêşnûmeyê de dixwaze ku ji bo F-35an budçeya federalî neyê bikaranîn û wekî mînak, dê ji bo pîlotên F-35an bibin Tirkiyê jî budçe neyê derxistin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin