Daxuyaniya Amerîkayê ya li ser S-400, Tirkiye û F-35an
PeyamaKurd – Cîgira Wezîra Derve ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Victoria Nuland diyar kir ku eger rewşa sîstema berevaniya moşekî ya S-400 ku ji Rûsyayê hatiye kirîn çareser bibe, ew ê kêfxweş bibin ku Tirkiyê vegere nav malbata F-35an.
Nulanda ku li Enqereyê têkilî danî, pirsên derbarê derxistina Tirkiyeyê ji bernameya F-35 û kirîna balafirên şer ên F-16an de bersivand.
Derbarê dûrxistina Enqerê ji bernameya F35an de jî Nuland got, "Me li ser firotina Patriktê danûstandin dikirin û dema ev danûstandin berdewam dikirin, Tirkiye ber bi rêyeke din ve çû."
Bi eşkere, eger em bikarin pirsgirêka S-400 a ku em dixwazin çareser bikin, wê Amerîka kêfxweş bibe ku Tirkiyê vegere nav malbata F-35an. Lê divê pêşî em vê meseleya din çareser bikin û di dema çareserkirina wê de jî divê em teqez bikin ku Tirkiye xwedî parastineke esmanî ya bihêz be."
Pirsgirêka F-16an
Nuland herwiha li ser peymana ku ji bo kirîna balafirên F-16 û kelûpelên nûjen ên Amerîkayê ji aliyê Tirkiyeyê ve pêwîstî bi erêkirina Kongresê heye jî axivî.
Wî got, hewil tê dayîn ku qanûndanerên Amerîkî qanih bikin ku "pêşxistina balafirên F-16a ji alîyê Tirkiyê ve ji bo ewlekarîya Amerîkî girîng e û bi tevayî çalakbûn û beşdarbûna di vê astê de ji bo parvekirina barên di navbera hevalbendan de girîng e."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin