Ji HDPê daxuyaniya rêkeftina Tirkiye-Amerîkayê…

09 August 2019 15:31 0 dîtin
Ji HDPê daxuyaniya rêkeftina Tirkiye-Amerîkayê…

PeyamaKurd - Berdevkê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Gunay Kubîlay, di civîna çapemeniyê ya ku rojeva heftane nirxand de, li ser rêkeftina Tirkiye û Amerîkayê li ser herêma ewle û damezrandina Odeya Operasyonên Hevbeş got, geşedaneke erênî ye ku bijardeya êrîşan û şer li bakurê Sûriyê li derve hiştiye, lê nebûna muxatabên pirsgirêkê jî cihê gumanê ye.

Berdevkê HDPê piştgirî da rêkeftinê û got: “Encamdana bi rêkeftinekê ya hevdîtinên ku bi mebesta avakirina herêma ewle destpê kiribûn, ji ber ku bijardeya êrîşan û şer li derve hiştiye em wekî geşedaneke erênî dinirxinînin.”

Gunay Kubîlay li ser mijarê diyar kir, “Ev geşedan nîşan dide ku dema bê xwestin pirsgirêk bi rêya diyalogê li ser masê dikarin werin çareserkirin. Em hêvîdarin ev rêbaza ku şer û êrîşan ji dewrê derdixe mayînde û berdewamî be. Lê belê di vê rêkeftina ku tê gotin piştî muzakereyan hatiye kirin, nebûna maxabatên pirsgirêkê kêmasîyek e û serkeftina wê jî cihê gumanê ye.”