Ji Josep Borell daxuyaniya êrîsên Tirkiye yên ser PKKê û rêkeftina Singalê
PeyamaKurd – Nûnerê Bilind ê Polîtîkayên Derve yê Yekîtiya Ewropayê (YE) Josep Borell, derbarê PKKê, êrîşên Tirkiyê li ser Herêma Kurdistanê û rêkeftina Şingalê de daxuyanî da.
Borell li ser pirsnameyeke derbarê bikaranîna çekên kîmyewî de got ku PKK di lîsteya terorê ya YE de ye û Tirkiye ji bo têkoşîna dijî PKKê li Iraqê ye ku agahiyeke li ser bikaranîna çekên kîmyewî li ber destê wan nîne.
Josep Borrell herwiha diyar kir ku Yekîtiya Ewropa welatên herêmê teşwîqî têkoşîna hevpar a dijî terorê dike û got, ew dixwazin li hember PKKê û rêxistinên din ên terorî hevbeşiyek di nav welatên herêmê de çêbibe û da zanîn ku ew piştgiriyê didin rêkeftina Şingalê ya 9ê Cotmeha 2020an hatiye pêk hatiye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin