Ji Amerîka daxuyaniya îhtimala êrîsên terorê li Tirkiyeyê…
PeyamaKurd – Li ser yek bi yek girtina konsûlxane û balyozxaneyên welatan li Tirkiyeyê ji Amerîkayê jî daxuyaniyek hat dayîn.
Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîka Vedant Patel, di civîna rojane ya rojnamevanî de li ser pirsa bi hinceta îhtimala êrîşên terorî daxistina konsûlxaneyên Almanya, Brîtanya, Fransa, Swîsre, Holanda û Swêdê li bajarên Stenbol û Enqere yên Tirkiyeyê got ku Amerîkayê jî beriya niha ji bo êrîşên muhtemel ên terorî hişyarî daye hemwelatiyên xwe.
Patel da zanîn ku serkonsûlxaneya Amerîka ya Stenbolê vekirî ye û xizmeta xwe dewam dike, lê belê serê heftê û dawiya heftê ji bo nûnertiyên Amerîka yên li Tirkiyeyê hişyariya êrîşên muhtemel ên terorî hatiye dayîn û hemwelatiyên Amerîkî hatine hişyarkirin.
Herwiha Patel got ku rayedarên Tirk li ser mijarê lêkolînên xwe dikin û divê hûn ji bo agahiyên zêdetir bi wan re bipeyivin.
Li aliyê din îro 2yê Sibatê Wezîrê Navxwe yê Tirkiyeyê Suleyman Soylu, li ser girtina konsulxaneyên welatan û hişyarîyên êrîşên terorî li Tirkiyeyê, valahiya ewlehiyê red kiribû û gotibû, “Şerê derunî li hember Tirkiyeyê dimeşînin.”
Hêjayî gotinê ye, piştî ku siyasetmedarê rastgirê tundrew Rasmus Paludan, hefteya li Stockholm û Kopenhagê Quran şewitandibû, ji hikûmeta Tirkiyeyê bertekên tund hatibûn nîşandan û welatên Ewropî jî ji ber mijara şewitandina Quranê dibêjin, metirsî heye li ser nûnertiyên wan ên Tirkiyeyê êrîşên terorî bên encamdan.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin