HSD: 4 servanên me di êrîsên Tirkiye û çekdaran de can dan

05 March 2025 18:53 0 dîtin
HSD: 4 servanên me di êrîsên  Tirkiye û çekdaran de can dan

PeyamaKurd - Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bi daxuyaniyekê ragihand ku 4 şervanên wan di şerê dijî êrîşên artêşa Tirkiyê û çekdarên girêdayî wê de can dane.

HSDê di daxuyaniya de diyar kir ku şervanên wan “Delîl Cemîl Hebîb (Kemal Qamişlo), Elî Ebdilkerîm El Ehmed (Elî Nêrebiyê), Mihemed Ebdilrehman Eltaha (Ebû Reed) Nasir Receb El Xelîfa (Ebû Şam Idlibî), di berxwedana li dijî êrîşên artêşa Tirk û çeteyên wê de şehîd bûne”.

HSDê sersaxî ji malbatên şervanan re xwest.