Amerîkayê, sertê bikaranîna F-35an da ber wî welatî
PeyamaKurd- Di çapemeniya Îsraîlê de hat ragihandin ku Amerîkayê, qedexe danî ku ajovanên balafiran ên Îsraîlî yên xwedî hemwelatiya biyanî ne, F-35 bikar bînin. Hat diyarkirin ku sedema vê yekê jî tirsa ewlekariya agahî û derçûna teknolojiyê ye.
Li gorî nûçeyên hatin ragihandin, ji aliyê Wezareta Berevaniyê û rayedarên îstixbaratê yên Amerîkayê ve hat diyarkirin ku ji ber tirsa ewlehiya agahî û derçûna teknolojiyê, ajovanên balafiran ên Hêza Asîmanî yên Îsraîlê yên ku hemwelatiya wan biyanî ne, qedexe kir ku balafirên F-35 bikar bînin.
Her wiha hat destnîşankirin ku ev tevgera Amerîkayê, ji ber parastina berjewendiyên Amerîkayê û girîngiya zêde ya ku dide ewlehiya agahîyê ye.
Li ser mijara navborî, ji aliyê rayedarên Hikûmeta Îsraîlê ve heta niha daxuyaniyeke fermî nehatiye dayîn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin