Angast: Rûsya bi sertê welatîbûnê biyaniyan disîne serê Ûkraynayê

02 April 2024 13:00 0 dîtin
Angast: Rûsya bi sertê welatîbûnê biyaniyan disîne serê Ûkraynayê

PeyamaKurd - Hate angaştin ku Rûsya, piraniya wan ji welatiyên Hindistanê biyaniyên nav xwe ji bo li dijî Ûkraynayê şer bikin dişîne eniyên şer.

Hikûmeta Hindistanê ragihand ku wê "toreke mezin a bazirganiya penaberiya mirovan" ku ciwanan bi soza kar dibe Rûsyayê û ew neçar dikin ku li dijî Ûkraynayê şer bikin derxistiye holê.

Buroya Lêkolînê ya Navendî ya Hindistanê da zanîn ku vê torê heta niha nêzîkî 35 kesan şandine Rûsyayê.

Wezareta Derve ya Hindistanê jî bi daxuyaniyekê ragihand ku ji bo her kesekî Hindistanî ku hatine bêçarkirin ku biçin eniyên şer ew ê bi Moskowê re bi tundî nîqaş bikin."

Vîdyoyên kesên ku bi ser vê torê ve çûne Rûsyayê û zor û azarên ku kêşane, li ser medyaya civakî hatin belavkirin.

Di vîdyoyek ku vê mehê hatiye parvekirin de heft kesên Hindî daxwaz ji hukûmeta xwe dikin ku alîkariya wan bike da ku vegerin. Ev kes diyar dikin ku ew bi vîzeya geştiyariyê çûne Rûsyayê, lê belê niha ji wan tê xwestin ku di artêşa Rûsyayê de li dijî Ûkraynayê şer bikin.

Herî kêm 254 biyanî mirine

Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg ragihand ku di şerê Ûkraynayê de 350 hezar endamên artêşa Rûsyayê hatine kuştin.

BBC Russianê jî mirina 46,678 leşkeran ragihandibû.

Rûsyayê di 2022 de yasayekê derxist ku tê de hatiye pesendkirin ku kesên bi Wezareta Parastinê ya Rûsyayê re peymanek yek salî îmze bikin û şeş mehan di eniyên li dijî Ûkraynayê de şer bikin, bêyî ku 5 salan li Rûsyayê bijîn, mafê serlêdana welatîbûna Rûsyayê bi dest dixin.

Di meha Çileyê de, Serokdewletê Rûsyayê Vladimir Putin, ji bo pêvajoya welatîbûna biyaniyan hêsan bibe rêwerzek îmze kiribû.

Piraniya şervanên biyanî ji komarên Asyaya Navîn ên wekî Ozbekistan, Tacîkistan, Kirgizîstan û Hindistanê ne.