Amerîka: Sertên danûstandinê yên Rûsyayê nayên qebûlkirin!
PeyamaKurd – Blinken got ku şertên muzakereyê yên ku Rûsyayê ji bo bidawîkirina şer danî, nayên qebûlkirin.
Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken piştî hevdîtina bi Wezîrê Derve yê Brîtanya James Cleverly re civîneke hevpar a çapemeniyê li dar xist.
Blinken diyar kir, îdiaya Rûsyayê ya ku dibêje ew alîgirê dîplomasiyê ne, lê Ukrayna û welatên rojava li dijî wê ne, bi tevahî ne şaş e û got ku Moskow muzakereyan bi şertê dayîna axên wenda yên Kîevê qebûl nake.
Li ser pirsa çima çek û moşekên pêşketîtir nadi Ukraynayê, Blinken bersiv da û got, ew çekên ku ew dikarin bikar bînin û wan biparêzin didin artêşa Ukraynayê.
Blinken eşkere kir, heta niha Amerîka bi qasî 25 milyar dolar çek û cebilxane daye artêşa Ukraynayê û wiha got: "Em ê di rojên pêş de jî pakêtên alîkariyê yên çekan ên nû ragihînin. Weke ku me got, rêya herî bilez a ji bo dawîhatina mayînde ya vî şerî, çûna dîplomasiyê û lihevkirinê, xurtkirina destê (Ukraynayê) li qada şer e. Ev e bi rastî ya ku em dikin."
Blinken amaje bi tohmetbarkirina Ukrayna û welatên rojava bi taybet Amerîka ji danûstandinan dike û wiha berdewam kir:
Çîrokek ku Rûsan bi hefte û mehan dîplomasiyê dikişand û dixwest, û Ukrayna û me ev yek nedixwest hebû. Ev bê guman, bi tevahî ne xelet e. Lê ez dixwazim hûn tenê li gotûbêja Putin ya dawî bi Serokkomarê Tirk Erdogan re binerin. Dibêje, 'heta ku Ukrayna rastiyên nû yên qadê qebûl neke tiştekî ku li ser muzakereyê bikin, nîne.' Helbet ev karekî nayê qebûlkirin û nepêkan e."
Rûsya hatiye îzolekirin
Wezîrê Karên Derve yê Îngilîstanê Cleverly di axaftina xwe de diyar kir, divê piştgiriya Amerîkayê ya ji Ukraynayê re bê nirxandin.
Cleverly got, "Divê em ji bîr nekin ku Rûsya di dîroka xwe de tu carî ewqas îzole nebûye û Hevpeymaniya Atlantîkê jî qet ne yekgirtî bû. Ger Pûtîn bawer bikira ku cîhan wê li Ukraynayê biweste û wê îradeya xwe ya li hember daxwazên wî wenda bike, ew ê ev bibûya xeletiyek mezin a duyemîn ji bo wî.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin